Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

20 Hezar Deryavan ji Ber Girtina Tengava Hormuz li Kendavê Asê Mane

Televizyona CNN ragihand ku 20 hezar deryavan li Kendava Erebî li nav keştîyên xwe asê man, ji ber astengîyên rejîma Îranê li Tengava Hormuzê.

Rêxistina Deryayî ya Navnetewî (IMO) berê vê yekê ragihandibû ku hejmara keştîyên ku li Kendavê asê mane 3,200 e.

Kaptanekî Asyayî yê tankereke petrolê ku li avên herêmî asê maye ji CNN re got ku ew rewşa wan ne diyar e û ew nizanin dê kengî derfet bo hebe ku ji Tengava Hormuzê derbas bibin.

Ji destpêka operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve, Tehranê tevgera keştîvanîyê li Tengava Hormuzê asteng kiriye û heta niha êrîşî bi kêmî 17 keştî û tankeran kiriye.

Heft karmendên keştîyên biyanî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Dora %20 ji şandina petrola cîhanê û keştîyên bazirganî di tengava stratejîk re derbas dibin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û karbidestên din gelek caran bang li Îranê kirine ku azadîya tevgera keştîvanîyê li Tengava Hormuzê asteng neke. Vekirina tengavê yek ji mercên Amerîkayê ye ji bo danûstandinên rawestandina şer.

XS
SM
MD
LG