Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kardînal Sako: Heşda Şaabî li Deşta Mûsilê Metirsî Ye


Kardînal Louis Raphael I Sako
Kardînal Louis Raphael I Sako

Wezareta derve ya Amerîka maseya glover ya derbarê azadiya olan li avahiyê wezaretê li Washington li dar xist. Kesên oldar yên ji olên cûda, berpirsên hikûmetê û çalakvanên civaka sivîl beşdarî di civînan de kirin û balkişand ser zehmetiyên di rêya azadiya olan de li gelek herêman li cîhanê.

Ji kesên oldar Louis Sako Kardînalê krîstiyanên katolîk yên Îraqê beşdarî maseya glover bûbû, Sako di civînê de anî ziman ku metirsiya wan heye derbarê rewş û çarenivîsa krîstiyanên Îraqê.

Sako da zanîn ku ew niha hewil didin, ciyên pîroz, kenîse û dêrên serdema DAIŞê hatine wêran kirin û şewitandin car din nûjen bikin, lê pêwîstiya wan bi pere û alîkariya civaka navnetewî heye.

Sako dîsan dibêje, niha tirseke mezin ji Heşda Şaabî heye, ji ber ku ew li deşta Mûsil çalak bûne û hewildanên wan hene demografîya herêmê tê guherandin, Krîstyan û Êzidiyên li herêmê pêwîstiya wan bi peran heye, bi taybet yên koçberî welatên weke Sûrya, Tirkiyê, Urdon û welatên Ewrupî bûne, tên xanî û milkên xwe difiroşin, ev jî dê bibe sedem ku hejmara krîstiyan û kemaniyên din yên olî li herêmê gelek kêm bibe.

Raporta Taybet li Ser Civîna Azadiya Olan-Washington
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG