Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyên Hêzên Xwe ji Efrînê Dikşînin


Salih Muslim
Salih Muslim

Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demukrat PYD Salih Mislim dibêje şervanên Kurd ji bajarê Efrînê kişiyan piştî ku hêzên Tirkiyê û hevalbendên wan derbasî bajêr bûn.

Mislim, ku li Ewrupa dimîne, îro Yekşemê di twîtekê de got vekişandina hêzên Kurd ji Efrînê nayê wateya radestkirina çekan û got,”dê berxwedan berdewam be û dê xelkê Kurd berevaniya xwe bikin.”

Tirkiyê demekê berê îro ragihand ku wan Efrîn bi temamî kontrol kiriye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov got hin şervanên Kurd red kir ji bajêr vekişin û hîn li bajêr şer dikin.

XS
SM
MD
LG