Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekretêrê Amnestî Serdana Rêvebira Rêxistinê ya Girtî li Tirkiyê Dike


Salil Şetî
Salil Şetî

Sekreterê giştî yê rêxistina Amnestî ya navnetewî serdana rêvebira rêxistinê ya girtî li Tirkiyê kir, û daxwaza berdana wê û 7 çalakvanên din kir, ku bi tawana alîkariya gurûpeke terorîst hatine girtin.

Salil Şetî îro Şemiyê li pêş zîndaneke Stenbolê ji peyamnêran re got rewşa Idil Eser baş e.

Wî got:

“Pirsa li vir ewe çima ew hatiye girtin di demekê de ku wê karekî ne yasayî nekirî ye. “

Tê zanîn, polîsê Tirkiyê di Tîrmeha îsal de, li girava Buyukada û di dema workşopeka li dor ewlekariya dîjîtal de, derbasî hotêlekê bûn û 8 çalakvan girtin.

Şetî dibêje ev çalakvan di zîndanê de ne, tenê ji ber karê wan ê mafê mirov û pêwîste di zûtirîn dem de werin azadkirin.

XS
SM
MD
LG