Qralê Erebistana Saudî Salman îro Çarşemê di axaftina xwe ya li pêş Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li ser kokên îslamî yên welatê xwe sekinî û welatê rikeber Îran bi rengekî giran rexne kir.
Salman pesnên rola Qralîya xwe ya wek serokê G-20'ê ya vê salê da, û bahsa alîkarîya mirovahî ya Erebistana Saûdî ya bi mîlyaran dolaran ya bo welatênli seren serê cîhanê ya di dehsalên borî de, kir.
Qral Salman peymanên di navbera Mîrgehên Yekbûyî yên, Bahreynê û Îsraîl û vê dawîyê de bo avakirina peywendîyan rexne ne kir. Lê, wî ragihand ku Qralîya Erebistana Saudî helwesta xwe ya girêdabûna bi Înîsiyatîfa Aştîya Ereb ve didomîne ku bo avakirina dewleta Filistînê di berdêla tawîzan de ji Îsraîlê re bi dewletên Ereb re avakirina têkilîyên tevahî, pêşnîyar dike.
“Erebistana Saudî pêşwaziya hewildanên Amerîka yên jibo çareserîya krîzê dike,” Salman got.
Salman got ku Rojhilata Navîn jiber pirsgirêkên mezin yên sîyasî û mijarên ewlehîyê êş dikişîne û wî bo ne piranîya ne aramîya herêmê Îran tawanbar kir.
Wî herwiha rexistina Hîzbullah ya bi piştgirîya Îranê ya li Lubnanê, bo kûrkirina alozîya sîyasî ya ku di encama peqîna wêrankar ya li bendera Beyrutê ya ku meha borî qewîmîbû, sûcdar kir.
Qral Salman ragihand ku Erebistana Saûdî bi salan hewl daye ku destê xwe dirêjê Îranê bike, lê ti encam negirtîye û herwiha Îran tawanbar kir ku sala borî avahîyên Erebistanê aramanc kiriye.
"Ew bûyer nîşan da ku ev rejîma jibo aramîya aborîya gerdunî an parastina aramîya dabînkirina petrolê ya bo bazarên navneteweyî nade berçavan," Salman got.
Bi axaftina pêş-qeydkirî yên Qral Salman yê 84 salî, ew bû qralê dudya yê Saudî ye ku axaftinek pêşkêşî civata neteweyî yekbûyî dike. Tenê qralê Saudî yê din ku heman axaftin kiribû, birayê Salman yê rehmetî, Qral Saud e ku di 1957'an de li navenda sereke ya NY ya li New Yorkê, peyîvîbû.
Hejayê bîrxistinê ye ku revebirîya serwerîya Qral Salman, ku di serê sala 2015'an de hat ser text, bi reformên navxweyî yên girîng û berbiçav balê dikşîne û herwiha aloziyên herêmî digel hevrikê xwe , Îranê zêde kir.
Wî kurê xwe yê 35-salî Prens Mihemed bîn Salman teşwîq kir û caseret da û gelek derxist pêş, û herwiha desthilatdarîya xwe ya biryargirtinê ya rojane ya welatê mezintirîn ya derfirotina petrolê da Prens Salman.