Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melîk Salman di Kabînê de Guhertinên Girîng Kirin


Desthilatdarê Erebistana Saudî, Melîk Salman îro hin guherîn di kabîneya xwe de kir û wezîrê darayî berê, Îbrahim el-Assaf kir wezîrê derve.

Melîk Salman di guherînên din de, Prens Abdullah bîn Bandar bîn Abdulazîz li şûna Prens Xalid bîn Ayyaf wek berpirsê Zerevanîya Netewî destnîşan kir.

General Xalid bîn Qirar el-Harbî bû berpirsê giştî yê ewlekarî û kurê serokê îstixbarata Saudî, Musaed el-Aiban jî wek şîretvanê ewlehîya netewî û Turkî el-Şabana jî wek wezîrê ragihandinê hatin erkdar kirin.

Wêneya Erebistana Saudî, di demên dawî de jiber kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî, di qada navnetewî de ketiye rewşeke xirab û Salman hêvî dike ku bi van guherînan bandorên erênî çêke.

XS
SM
MD
LG