Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê: Îsraîlê bi Muşekan Êrîşî Şamê Kir


Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê bi muşekan êrîşê navendeke vekolînê ya li nêzî Şamê kiriye.

Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA ji zarê jêderên Artêşa Sûrîyê da zanîn ku êrîş îro Çarşemê, serê sibê pêk hatiye.

Jêderên Artêşa Sûrîyê dîyar kir ku Îsraîlê berê jî dijî navenda vekolînê ya li bakurê Sûrîyê kiriye û di êrîşa îro Çarşemê de pergala berevanîyê hin muşek li esmên pûç kirine.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê ser nûçeyên derbarê êrîşê da zanîn ku ew naxwazin ti daxuyanîyan bidin.

Jetên Îsraîlê di meha Mijdarê de êrîş biribin hin navendên li Humsê.

XS
SM
MD
LG