Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şam Kurdên Sûrîyê yên bi Piştgirîya Amerîka bi Îxanetê Tawanbar Dike


Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûrîyê Faysal Miqdad, Kurdên Sûrîyê yên bi piştgirîya Amerîka bi tundî rexne kirin.

Faysal Miqdad dîyar kir ku Kurdên bi piştgirîya Amerîka li welatê xwe îxanet kirine û îdia kir ku wan rê li ber Tirkîyê vekiriye ku serwerîya Sûrîyê binpê bike.

Li ser pirsa ewê bo komên bi pêşengîya Kurdan alîkarîyê bikin yan na, Miqdad da zanîn ku ewê bi wan re dîyalogê çênekin.

‘’Em ti dîyaloga bi kesên di destê hêzên biyan de dîlgirtî ne qebûl nakin. Sîxurên Washingtonê nikarin li axa Sûrîyê cîh bigirin’’ Miqdad got.

Hin berpirsên Kurdên Sûrîyê dîyar kiribûn ku ew bo dîyaloga bi Sûrîye û Rûsya re amade ne.

Yek ji fermandarên payabilind yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) gotibû ku ew dikarin hin axa di destê wan de radestî hikûmeta Sûrîyê bikin.

XS
SM
MD
LG