Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saman Nuh: Girjîyên Bexda û Hewlêrê Sivik Bûne lê Çareser Nebûne


KRG and Iraq Logo
KRG and Iraq Logo

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Saman Nuh, birêvebirê Tora NÊRÎC jibo rojnamegeriya lêkolînê (binkolkarî) li herêma Kurdistanê got ku girjî û nakokî di navbera Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de sivik bûne lê hêjî çareser nebûne piştî pejirandina budceya Herêma Kurdistanê û piştî serdana serokê Kurdistanê Herîma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexda û hevdîtina ligel hemî layenên siyasî yên Îraqî re.

Pirsgirêkên serekî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de, ne ketine nav dan û standinan û bi tevahî nehatine çareserkirin weka yasaya neft û gazê û destûra bingehîn ya welatî.

Saman Nuh 2
Saman Nuh 2

Saman Nuh got, pesendkirina budceyê karê salane yê hikumeta fedral e û derbazkirina wê û pesendkirina pişka herêmê rêkeftinek siyasîbû, lê hêşta nezelale ka eger herdû alî dê wê cêbicê bikin yan na? Jiber kû gelek hurkariyên teknîkî hene pitir girêdayî bihayê petrolê ne.

Rojnamevan Saman Nuh bawer dike kû pêşhatên dawî hîviyek biçûk li cem xelkê herêmê peyda kiriye, jiber ku hêjî gûman di cêbicêkirina wê de hene, lê ez bawer dikim ku şiyana cêbicêkirinê heye eger bihayê petrolê ji 5560 dolaran kêmtir nebe.

Saman Nuh
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:48 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG