Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SAMER Ser Rewşa Korona li Tirkîyê Lêkolînek Kir


Li Tirkîyê, Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk (SAMER), di navbera 19-23 Adarê de, li 29 bajaran , bi armanca eşkere kirina hişmendî, têgêhiştina tedbîran, tercîh û nêzîkatîyên welatîyan yên di derbarê vîrusa koronayê de, lêkolînek pêk anî.

SAMER'ê raporta lêkolînê, di 25'ê Adarê de bi raya gîştî re parve kir.

Lêkolîn, bi beşdarîya 2863 kesan - ji her yek malêkî yek kes; li 29 parêzgehan (Stenbol, Îzmîr, Enqere, Kayserî, Konya, Mugla, Samsun, Mersîn, Adana, Bursa, Amed, Van, Mêrdîn, Batman, Ruha, Entab, Erzîroum, Qers, Îdir, Agirî, Betlîs, Çewlîg, Dêrsîm, Muş, Erzingan, Şirnex, Colemêrg, Semsûr, Sêrt) hatiye çêkirin.

Koma lêkolînê ji% 58.8 jin, 41,1% mêr û 0.1% endamên zayendên din pêk hatîye.

Berpirsê gişti yê SAMER'ê Sabrî Kiliç derbarê naverok û encamên vê lêkolînê agahîyên firehtir dan guhdarên me.

"Beşderan pirsa “Hûn tedbîrên li hember virusê koronayê têne girtin têr bibînin? ” wusa bersiv dane: 61.3% Na, % 30.8% Beşkî, 7,9% Erê.

OY_03_27_2020_Somer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:58 0:00


XS
SM
MD
LG