Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Somalîya: Zêdetirî 100 Kes di Teqîna Du Otomobîlan de Hatin Kuştin


Hêzên hewarhatinê cendekên qurbaniyan ji cihê teqînan radikin, li Mogadishu, Somaliya, Oct. 29, 2022.
Hêzên hewarhatinê cendekên qurbaniyan ji cihê teqînan radikin, li Mogadishu, Somaliya, Oct. 29, 2022.

Serokê Somaliyê Hesen Şêx Mihemed roja Yekşemê got ku di encama teqînên du otombîlên bombekirî de li ber avahiya Wezareta Perwerdeyê li paytext Mogadîşû ku Şemiyê rûdabûn, herî kêm 100 kes hatin kuştin û 300 kesên din jî birîndar bûn.

Serokê Somaliyê Hesen Şêx Mihemed piştî çû cihê teqînan got "Di nav welatiyên me yên ku hatin kuştin de ... dayikên ku zarokên xwe yên sava hildigirtin, bavên nexweş, xwendekarên ku ji bo xwendinê hatibûn şandin, û karsazên ku ji bo jiyana malbatên xwe têdikoşin hebûn."

Otomobîla yekem li Wezareta Perwerdehiyê ya ku li nêzî durêyanek qelebalix ya paytextê welat Mogadîşûyê teqiya, paşî dema ku ambûlans hatin û gel ji bo alîkariya mexdûran kom bûn, otomobîla duyemîn teqiya.

XS
SM
MD
LG