SANA ajansa medyaya dewletê Sûrîyê îro Duşemê dîyar kir ku hêzên ewlehîyê plansazîyekî êrîşekî xwekujî ya li Şamê pûç kirine.
Ajansê da zanîn ku di operasyonê de sê kesên ku ew wekî terorîst binav kirin hatine kuştin û sê kesên din jî hatine desteser kirin.
SANA ji zarê jêderekî ewlehîyê ragihand ku plana êrîşa xeter bi welatîyên ji du bajarên herêmekî gundewar berê yê serhildêr, li başûrê rojavayê Şamê hatiye têk birin.
Lê, ajansê di dema pûçkirina êrîşê dê yan di derbarê operasyonê de hûrgulîyên zêdetir renegihand.
Hevdem, SANA destnîşan kir ku hêzên ewlehîyê kontrolên xwe yên li nav bajarên Kanaker û Sasaa, bi rengekî xurt didomînin û îda kir ku kesên tevlî vê plansazîyê bûne ji wan bajarana hatine.
Hikûmata Serok Beşar el-Esed, piştî lihevhatina bi rêberên heremî ya berîya sê salan, kontrola herema bi şênîya gelek qelebalix, ji serhildêran wergirtibû.
Peymanên bi navbeynkariya Rûsya, piranîya herêma sînorê stratejîk ya başûr ya bi Urdun û Îsraîlê re jinêve kir bin kontrola rejîma Esed.
Ew herema, bi salan di destê serhildêran de bû.
Lê, welatîyên Sûrîyê dibêjin ku li heremê dij qanûnî û kuştinên bi armanc berdewam dike.