Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê Hilweşandina Hevalbendiya Serhildêran Pevçûnan Gur Dike


Li Senaa ya paytexta Yemenê pevçûn di roja xwe ya pêncan de gurtir dibin, di demekê de ku serhildêrên Hosî di şerê kolanan de rastî şervanên alîgirên serokê berê tên .

Di heman demê de, serokê niha yê Yemenê ku pênasîna navnetewî werdigre û li Erebistana Saudî dimîne, ew pênasînê pêşkêş dike bo serokê berê Elî Ebdella Salih.

Di dema ku pevçûn berdewamin li Senaa ya Paytext, alîgirên Elî Ebndella Salih wêneyên serkirdeyê Hosî Ebdul Malik el-Hosî îro Yekşemê qetandin.

Di daxuyaniyekê de ji Riyada paytexta Erebistana Saudî, Hadî got ewê piştgiriya “her aliyekî bikin ku şerê terorîstên Hosî bike.”

Hadî bi awakî taybet navê Elî Ebdella Salih ne anî ziman.

XS
SM
MD
LG