Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar îro Înê li bajarê Hatayê got ku rêya parastina jîn û xwezayê bi têkoşîna hevbeş pêkan.
Sancar got ku serketin tenê bi yekgirtina hêzên curbicir pêk tê.
“Gava em hemî tevgerên civakî, mirovên blindest, kesên ku li derve tên hiştin bînin ba hev, wê çaxê em dikanin derfetên guherina vê sîstema dikanin heta asta herî dawî bilind bikin. Niha divê armanca me ew be ku em di 14’ê Gulanê de dawî li vê desthilata talan, zilm û mirinê bînin.”
Sancar bi berdewam got ku ewê bi hevre armanca xwe pêk bînin û welêt ber bi rojên ronîtir bibin.
“Ne tenê desthilata sîyasî, lê divê ev nîzama heyî jî were guhertin û rêya wê jî yekkirina tecrubeya hemî qadan e û ew jî hêza me ya herî mezin e. Emê bi hevre welatekî wiha damezîrînin ku mirov û xweza tê de bi aramî bijîn.”
Sancar dîyar kir ku êş û birînên erdhêjê hîn sax in, lê divê ew hêvîya xwe tim xurt bihêlin.Li hember vê vînê û vê kanînên ti hêz nikare li ber xwe bide. Emê vê desthilata talanker bê guman biguherînin û ew hember kesên ku me di erdhejan de hinda kirine, soza me ye.”
Hevserokê HDP’ê di dawîya axaftina xwe de got ku ewê hemî tiştên pêdivî bikin ku careke din êş û wêranîyên wek erdhejîn dawîyê dubare nebin.