Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sancar Dibêje HDP bo Hilbijartinê Amade Ye


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partîya xwe de ragihand ku ew bo hilbijartinê hazir in.

Sancar got ku hilbijartin wê dijwar bin, lê hêvî û heyecana wan jî her ku diçe zêdetir dibe.

‘’Sîstema desthilatê dixwaze dawî li jîyana me, hêvîyên me, sebr û siberoja me bîne û nanê me ji destê me bigire, lê xeyala gêrkirina vê rêjîmê jî ewqas xweş e. Dema hilbijartinê hêdî hêdî zelal dibe, lê hilbjartin kengî be, em hazir in."

Sancar da zanîn ku hilbijartina îsal ne tenê ya parlamanterî û serokomarîyê ye, lê ya dîyarkirina siberoja hevbeş e jî.

HDP’ê di rojên borî de dîyar kiribû ku ewê berbijarê xwe yê serokomarîyê ya bo Tifaqa Ked û Azadîyê di demeke nêz de ragihîne.

6 partîyên din yên muxalefeta Tirkîyê li dora Tifaqa Milet kom bûne û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) jî di Tifaqa Gel de ne.

Jêder: Rojnameya Yeni Yaşam

XS
SM
MD
LG