Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê îdianameya ser girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) pejirand.
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ewê nehêlin ku partîya wan were girtin.
Sancar da zanîn ku hêza wan têra mezinkirina HDP’ê dike û dîyar kir ku gel dê berevanîya wan bike.
Wî got ku hiqûq rê nade ku Dadgeha Qanûna Bingehîn îdianameya dijî HDP’ê bipejirîne û êrîşa bi ser avahîya wan ya li Îzmirê bi bîr xist ku xebatkereke partîyê li wir hatibû kuştin.
Hevserokê HDP’ê ser îdianameya dijî partîya wan desthilata Tirkîyê tawanbar kir dîyar kir ku dozgerê dozê desthilat bi xwe ye.
Sancar da zanîn ku ewê dijî wê dozê bi awayê herî xurt berevanîya xwe bikin û da zanîn ku dijî ‘’dozgerîya desthilatê’’ ewê gel parêzerîya wan bike.
15 endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn hene û ger ji wan 10 endam ser girtina HDP'ê dengên xwe bidin ew partî dê karibe were girtin yan ji alîkarîya dewletê bêpar bimîne.