Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez îro Pêncşemê got ku ewê jibo piştgirîya ser Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û demokrasîya wî welatî serdana wir bike.
Gotina Sanchez di vê demê de ye ku Serokê Amerîka Donald Trump ser Zelenskyy dibêje ‘’dîktator.’’
Sanchez ew plana xwe ya jibo Ukrayna ji X’ê ragihand.
‘’Jibo piştrastkirina destekên Îspanya yên jibo demokrasîya Ukrayna û Serok Zelenskyy ezê roja Duşemê herim Kîevê.’’
Wan gotinên Trump, Amerîka ya polîtîkaya xwe ya ser şerê li Ukrayna guhertiye û helwesta Washingtonê ya bi Moskowê re ya ser sekinandina şer jibo hevbendên Ewrupî yên Washingtonê fikar çêkirine ku rewş kêrî Moskowê were.
Trump ser dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna îdia kir ku berpirs Kîev e û rêvebirîya wî bê ku Ukrayna û hevbendên wan yên Ewrupî beşdarîyê bikin bi Kremlînê re bi awayekî rastexwe dest bi danûstandin kirin.
Jêder: Reuters