Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Şamê bi Nûnerên NY'ê re Kom Bû


Gera heştan ya civînên Cenevrê, ku armanca wê bidawîkirina şerê navxweyî yê Sûrîyê ye, pêr Sêşemê destpê kir.

Şandeya hikûmeta Sûrîyê do Çarşemê bi derengî beşdarî civînên Cenevrê bû.

Delegasyona hikûmetê dîyar kiribû ku ser encamên konferansa opozîsyonê ya li Rîyadê ewê bi derengî beşdarî civînên Cenevrê bibin.

Di encamnameya konferansa Rîyadê de, rikeberîyê daxwaza hevdîtinên rasterast kiribû û dabû zanîn ku divê Serokê Sûrîyê Beşar Esad desthilatê berde.

Hikûmeta Sûrîyê nîqaşkirina seroktîya Beşar Esad red dike.

Karbidestên hikûmeta Sûrîyê, li Cenevrê bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Nûnerê Taybet yê NY’ê yê Sûrîyê Staffen de Misture re kom bûn.

De Mistura piştî hevdîtinan da zanîn ku atmosfer avaker û profesyonel e û dîyar kir ku dibe ku civîn heta hefteya pêş jî bidomin.

XS
SM
MD
LG