Dadwera karkenar Sandra Day O'Connor, ku jina yekê ya endama Dadgeha Qanûa Bingehîn ya Amerîka bû, îro koça dawî kir.
O'Connor li bajarê Phoenix ya li eyaleta Arizona di 93 salîya xwe de çavên xwe ji jîyanê re girtin.
Dadgeha Bilind ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku O'Connor jiber nexweşîya demans ya giran û nexweşîya girêdayî nefesê jîyana xwe ji dest daye.
Dadgehê di daxuyanîyekê de got ku O'Connor li Phoenix ji ber tevlihevîyên bi demanceya pêşkeftî û nexweşîyek nefesê mir.
O'Connor di 1981'î de ji alîyê Serokê wê demê Ronald Reagan ve wek dadwera Dadgeh Bilind hat erkdar kirin û di 2006'an de karkenar bû, piştî ku zêdetirî 24 salan li dadgehê xebitî.
Piştî ragihandina koça dawî ya Sandra Day O'Connor sîyasetvan, karbidest, dadwer, zanyar û kesitîyan bi peyamên sersaxîyê xemgînîyên xwe dîyar kirin.
Serokê berê Barack Obama di peyama xwe de û pêsna O'Connor da û bal kişans rola wê ya girîng.
“O'Connor mîna dadwer û qanûndanera Arizona, rizgarbûya penceşêrê û zarokek ji deştên Teksasê derket û rêyeke nû ava kir û li dû xwe pirek hêla ku hemî jinên xort bikaribin li dû we bimeşin.”
Obama di 2009’an de li Qesra Sipî xelata Seroktîyê ya Azadîyê, ku xelata rûmetkirinê ya herî bilind e, pêşkêşî O'Connor kiribû.
Jêder: Reuters