Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Baroveya Sandy Jîyan li Amerîkayê Dizivire Asta Normal


Piştî baroveya Sandy jîyan li Amerîkayê hêdî hêdî dizivire asta normal. Du ji sê firîngehên bajarê New Yorkê, Firokxaneya JFK û Newark tevî ku ne bi temamî bin jî, îro Çarşemê jinûve vedibin.

Herwiha xîzmetên trenan û veguhastina giştî yên li jimareke wîlayetên Amerîkî careke din destpê dikin ku ji baroveya Sandy zîyanên mezin dîtibûn. Lê, karbidest bibîr tînin ku li gelek deveran pir kar mane ku bicîh werin.

Serokê Amerîka Barack Obama li ber e paşnîvro ya Çarşemê here eyaleta New Jersey da ku bizavên hawarçûnê bişopîne û agahîyên nû li ser rewşa heyî wergire.

Pispor dibêjin, Barova Sandy yek ji malwêranîyên herî xirab e ku li Amerîkayê xistîye.

Kerem kin bi lînka jêrîn li vîdyoya taybet ya Kongresa Amerîkî temaşe bikin

https://www.facebook.com/photo.php?v=545721542109076
XS
SM
MD
LG