Partîya Karkerên Kurdistanê ragihand ku roja Çarşemê dest bi vekêşana çekdarên xwe li Tirkîyê dike.
PKK’ê herwiha ragihand ku hêza çekdar wê di dema heftîyekê de bigihîjin bingehan li Kurdistana Îraqê.
Rojnamevan Mihemed Sanrî li Stenbolê dibêje ku “dilê Kurdên bakur rehet e ku çekdarên PKK’ê diçin Herêma Kurdistanê, dikevin cihekê emîn.”
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Sanrî got ku jibo dîyalog û aştîyê li Tirkîyê “serwerîya Kurdistanê, serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê roleke gelek posetîv dileyîzin.”
Birêz Sanrî herwiha got ku gerek hikûmeta Tirkîyê “bazarê li ser mafê gelê Kurd neke.” Wî got ku hêşta ji sedê 90 pêwîstî û daxwazên Kurdan nehatîne bicîh anîn.