Sazîya Ewlekarîya Swêdê (SAPO) îro Pêncşemê ragihand ku hikûmeta Îranê torên tawankarîyê li Swêdê bi kar tîne ku kiryarên tundî li dijî dewlet, kom û kesên din pêk bîne.
SAPO da zanîn ku hikûmeta Îranê li nava axa Swêdê berjewendîyên dewletên din, bi taybetî jî Îsraîlê kiriye armanc û herwiha xwestîye kiryarên dijî komên rikeber yên Îranî û kesên ji civaka Îranê bike.
Piştî bûyereke gulebarandinê li nêzî balyozxaneya Îsraîlê ya li Stockholmê, ku di meha Gulanê de qewimîbû û dîtina bombeyekê li dervayê heman balyozxaneyê ya meha Rêbendanê, polîsên Swêdê ewlekarîya nûnertîyên Îsraîlê û civaka Cihûyan zêde kiribû.
SAPO hîngê li ser wan êrîşan ti agahî nedabû bîragiştî, lê li gor daxuyanîya karbidestekî Îsraîlî, ku ajansa Reutersê bi dest xistîye, bûyera Rêbendanê ji alîyê komeke tawankar ve, li ser navê Îranê hatiye kirin.
SAPO got ku asta xeterîya terorê di asta 4 de dimîne ku asta 5 rewşa herî tehlûke ye. Swêdê di sala 2023’an de piştî şewitandina Quranê û bertekên cîhanî yên ser wê bûyerê, asta xeterîyê bilind kiribû.
Jêder: Reuters