Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî: Serok Trump Stratejiyek Nû Bo Afganistinê Plan Dike


Sara Huckabee Sanders berdevka Qesra Spî
Sara Huckabee Sanders berdevka Qesra Spî

Berdevka Qesra Spî Sara Huckabee Sanders doh roja Înê ragihand ku serok Trump nûha derbarê Afganistanê li bijarteyan digere, ew dixwaze stratejîyek nû derbarê pirsa Afganistanê biryar bide, dê daxûyanî di "dema rêkeftî de", bihê ragihandin.

Daxûyaniya Qesra Spî hat ragihandin, piştî civîna Trump bi tîma Ewlekarîya Netewî re bidawî hatî.

Berpirsên Amerîkî berî civîna Camp David ya li Maryland pêkhatî, bo ajansa Reuters dabûn eşkere kirin ku, gelek bijarte liser maseya serok Trump hene, di nava bijartan de, vekişanina temamî ji Afganistinê heta hiştina hejmarek kêm ya serbazan.

Hatiye gotin ku, dibe ew hêzên Amerîkî yên nûha li Afganistanê hene ku, 8400 leşek in, berdewam bibin liser karê xwe, yan jî bi tenê leşker û pisporên şerê lidij terorê li wî welatî bimînin.

XS
SM
MD
LG