Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvana Seraya Wanê Ji Kar Hat Dûr Xistin


Seraya Wanê
Seraya Wanê

Li Wanê di encama serdagirtina malan de, Hevşeradera Bajarokê Sereyê Cazîye Duman, endamên meclîsa şaredarîyê, rêveberên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP’ê) jî di nav de 15 jinên sîyasetmevan hatin desteser kirin.

Midûrîyeta Ewlekarîya Wanê derbarê mijarê de daxuyanîyek nivîskî weşand û ragihand ku ev kesên hatine desteser kirin bi îdîaya “Di nava qada xebatên jinan a Partîya Karkerên Kurdistan (PKK’ê) de cih digirin” hatine desteser kirin.

Hêj Bajarvan Dûman derneketî pêşberî dadgehê, Wezareta Karên Navxweyî li şûna wê Qeymeqamê Serayê wekî qeyum dîyar kir û ew jî ji kar dûr xist.

Derbarê operesyona li henber sîyasetmevanên jin û dîyar kirina qeyuman de Parlamantera HDPê ya Wanê Muazzez Orhan dibêje ku armanca van pêkutîyan, binpekirina destkeftîyen gelê Kurd e.

“Ji her alî ve tênê ser partîya me û qada tekojîna jinan. Em vê operasyonê şemzar dikin. Jixwe pêşîya hilbijartinên xwecihî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku gelê Kurd îradeya xwe nîşan bide jî ewê dîsa qeyuman dîyar bikin. Ev jî dîsa dide nîşandan ku li Tirkîyê hiqûq bi gotina yek kesî birêve diçe.”

Hêjayî gotinê ye ku tevî bajarokê Serayê, hejmara şaredarîyên HDP’ê yên jibo qeyûm hatine dîyar kirin derket 14’an.

Raporta Deng/ Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00


XS
SM
MD
LG