Serokkomarê berê yê Fransa Nicolas Sarkozy îro Duşemê ji hêla dadgeheke li paytext Parîsê jiber gendelî û karanîna desthilatdarîya xwe ya bo bandorê, hate tawanbar kirin.
Sarkozy bi salek zindanê û du salên rawestandî hate ceza kirin.
Siyasetvanê 66 salî, bi sedema ku wî di sala 2014'an de derbarê kiryarek dadmendî ya ku ew jî nav de bûye, ji dadwerekî bi rêkên neqanûnî agahî dabîn kiriye, hate mehkûm kirin.
Ew, di navbera 2007'an heya 2012'an de serokkomarê Fransa bû.
Dadgehê ragihand ku dê mafê Sarkozy hebe ku bixwaze ku ceza xwe li mal bi kelepçeya elektronîk, bikşîne.
Dadgehê dîyar kir ku doz bi taybetî cidî ye jiber ku tawan ji alîyê serokkomarekî berê ve hatiye kirin û wî statuya xwe jibo alîkarîya dadwerekî ku ji berjewendîya wî ya kesane xizmet kiribû, bi kar anîye.
Hevdem, dadgehê ragihand ku Sarkozy wek parêzerekî kevn, derbarê pêkanîna kiryarek neqanûnî de pir baş agahdar bû.
Bilî Sarkozy du kesên din jî sûcdar hatin dîtin û bi heman cezayê Sarkozy hatin mahkûm kirin.
Nicolas Sarkozy wê di vê mehê de digel 13 kesên din bi tawanbarîya fînanskirina neqanûnî ya kampanyaya seroktîya xwe ya 2012'an were darizandin.