Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sarûxan: Ne Zelal E “Serastkirina Sîstemê Dana Çekan” Wê Çawa Be


Sarûxan dibêje ku ew bawer nake hikûmeta Amerîkî alîkarîya çekan ji wan hêzan qut bike ku şerê terorê dikin

Serokê Kantona Cezîrê Ebdulkerîm Sarûxan got ku ew bawer nake hikûmeta Amerîkî alîkarîya çekan ji wan hêzan qut bike ku şerê terorê dikin.

Wî got ku qutkirina çekan ji Hêzên Sûrî ya Demokratîk (HSD) re wê valahiyê peyda bike û Amerîka dizane kû DAIŞ cihê xwe li bakûrê Sûriyê de girtiye.

"Amerîka negotiye ew çekan nadin û hêşta ne xuya ye ka daxuyanîya Koşka Spî “serastkirina dana çekan” wê çawa be."

Sarûxan got ku di dema amadekarî ji civînên rikaberiya Sûrî re ten kirin, Tirkiyê dixwaze peyamên hevdem bide Amerîka û Rûsya.

"Tirkîye dixwaze bêje Amerîkiyan eger hun çek bidin Kurdan, emê bikevin hevbendiya Rûsya û dixwazin bêjin Rûsya eger şertê me qebûl nekin, emê li dostanîya Amerîka vegerin."

Ebdulkerim Saroxan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00

XS
SM
MD
LG