Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî li Dij Sanaa Paytexta Yemenê


Cihêke piştî êrîşa hewayî ya koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî li Sanaa, Yemen (Arşîv)
Cihêke piştî êrîşa hewayî ya koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî li Sanaa, Yemen (Arşîv)

Koalîsyona leşkerî bi pêşengîya Erebistana Saudî îro Yekşemê ragihand ku hêzên wan dijî navendên leşkerî yên Hûsîyan yên li Sanaa û herêmên din êrîşên esmanî pêk anîne.

Koalîsyonê dîyar kir ku ev êrîş pêkhatin, piştî ku tevgera Hûsîyên li Yemenê ku girêdayî Îranê ye, dronê ber bi Erebistana Saudî avêtinin.

Hevdem, koalîsyonê bi daxuyanîyekê da zanîn ku 10 dronên Hûsîyan hatine têk birin û got ku sivîl û navendên sivîl yên li Erebistana Saudî xeta sor in.

Lê, cîhên ku ji hêla Hûsîyan ve hatîye armanc kirin, eşkere nekir. Konsolxaneya Amerîkî li bajarê Cîdde jiber êrîş û teqînên gumanbar yên Yekşemê yên li nêzê Cîdde û derdorê pêkhat bûn, daxuyanîyeke şêwirmendîyê weşand.

Li Sanaa paytexta Yemenê ya di destê Hûsîyan de ye , şahidekî ji Reuters re gotiye gelek êrişên hewayî pêkhatine.

Televîzyona El Masirah ku ji hêla Hûsîyan ve tê birêvebirin got ku balefirên şer yên koalîsyonê heremên el-Nahda û Attan bombebaran kirine.

Li Yemenê li herêmên Maarib û Taaîz jî şerê li qadan, dijwar bûye.

Ev alozî, di wî demî de çê dibin, dema ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo agirbestê hewildanên dîplomatîk zêde dikin da ku pevçûn rawestin.

Şerê li Yemenê bi berfirehî mîna wekî şerekî bi wekalet ya di navbera Erebistana Saudî û Îranê de, tê nirxandin tê nas kirin.

Medyaya dewleta Saudî îro Yekşemê ji zarê koalîsyonê ragihand ku piştî rêvebirîya nû ya Amerîka, destnîşana Hûsîyan ya wek rêxistinek terorîst di Sibatê de betal kir, ew hatine cesaret kirin .

Şerê bi salan ya li Yemenê bu sedema kuştina bi hezaran mirovan û welat anî ber hilweşandineke tevahî.

XS
SM
MD
LG