Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Welatên Kendavê Bi Îranê re Peywendîyan Ava Dikin


Alên welatên beşdarî Konseya Hevkariya Kendavê (GCC)
Alên welatên beşdarî Konseya Hevkariya Kendavê (GCC)

Ajansa Reuters îro Çarşamê li ser helwesta welatên Kendavê ya derbarê peymana navokî ya 2015'an ya bi Îranê raporteke weşand.

Reutersê ragihand ku Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat), heya niha her dem dijî vejîna peymana navokî ya bi Îranê re derketin, lê niha bo kêmkirina alozîyan di nava tekilîyan de ne û bo danûstandinên pêşerojê hewl didin da ku fikarên wan yên ewlekarîyê werin hesibandin.

Hêzên cîhanî li Vîyana bi Îran û Amerîka re ji Nîsanê vir ve li Vîyana ya paytexta Avusturya danûstandin dikin da ku peymana 2015'an vejînin.

Tehran dibêje ku di berdêla rakirina toleyên navneteweyî de ewê bernameya xweya navokî bide sekinandin û li gor pîvanên peymanê tevbigere.

Reveberîya nû ya Amerîka ya serok Joe Biden dixwaze ku wek alîyekî jinûve tevlî peymanê be ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump, Washington ji peymana navokî vekişandibû.

Lê, hevalbendên Kendavê yên Washington her dem peyman rexne dikiri jiber ku di peymanê pirsgirêkên din nehatiye hesibandin, yên wek hinardekirina mûşekên Îranê û piştgiriya çekdarên wekaletê yên herêmî.

Wezîrê karên Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Duşemê bi rengekî xurt eşkere kir ku pêşanî ya Washington vejîna peymanê ye û piştre ew armanc dikin ku peymanê ibo çareşerîya pirgirêkên din mîna platformeke bikar bînîn.

Lê, welatên Kendavê dibêjin ku divê pirsgirêkên firehtir neyên danînên alîyekî, jiber ku dema ku Erebistana Saudî li Yemenê ketîye nav şerekî giranbuha û dijî binesazîya wê ya petrolê êrişên bi mûşek û dronana pêk tên ku Îranê û hevalbendên wê,tawanbar dike.

Karbidestên welatên Kendavê bi fikar in ku hevdem asta bandora peywendîyên ku wan di dema seroktîya Trump de ava kiribûn, niha bi rêvebirîya Biden re, tuneye.

Welatên Kendavê hewl dan ku beşdarî danûstandinên li Vîyana bibin, lê hatin red kirin.

Reutersê ji zarê du çavkanîyan ragihand ku, Rîyadê li şûna benda encamên danûstandinên li Vîyana bisekine, pêşniyarên Îraqê qebûl kiriye da ku mêvandarîya danûstandinên di navbera karbidestên Saudî û Îranê bike.

Dema ku welatên rêkbir dijî hevûdin kiryaran didomînin, Rîyad got ku ew dixwaze 'karên pejirandî" bibîne.

Îran xwedîyê çend qertan e, piştgirîya xwê ya bo Tevgera Hûsîyên li Yemenê ranewastand, ku Erebîstana Saudî piştî şerê 6 salan hin jî nikarîn wan têk bibin. Îmaratê ji alîyê xwe ve, bi Îranê peywendîyên rêkûpêk saz kir ku alozîyan kêm bike,

Reutersê ji zarê çavkanîyekî din dîyar kir ku Îmaratê ji alîyê xwe ve, bi Îranê peywendîyên rêkûpêk saz kir ku alozîyan kêm bike, bi taybet jî, ji dema ku tanker di 2019'an de li perava wê hatin êrîş kirin.

"Peymaneke navokî ji tunebûna ti peymanê çêtir e, lê hûn çawa dikarin cîhanê - û veberhêneran - kane bikin ku ev peymanek rastîn e ku dê di nava demê de were ceribandin?, " kesê çavkanî got.

Welatên Kendavê hêvî dikin ku Washington bi domandina hin toleyan, givaştinan ser Tehranê berdewam bike, tevî yên ku jibo cezakirina aktorên biyanî bo piştgirîkirina terorîzmê yan bo belavbûna çekan.

XS
SM
MD
LG