Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî bo Firînên Navbera Îmaretê û Îsraîlê Destûra Karanîna Qada Esmanî Dide


Firokeke Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Arşîv)
Firokeke Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Arşîv)

Erebistana Saudî îro Çarşemê dîyar kir ku tevahîya welatan dê niha karibin ku firînên ji û bo Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî qada esmanî ya wê bi kar bînin.

Piştî îmzakirina peymana bo normalkirina peywendîyên di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî de, ev daxuyanîyeke eşkere ye ku destûrê dide firînên Îsraîlê.

Di daxuyanî yê de navê Îsraîlê rasterast derbaz nabe.

Lê, ev ragihandin piştî çend rojên ku Erebistana Saudî destûr da ku firîna rasterast ya pêşî ya bazirganî ya Îsraîlê ya ber bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, bikaranîna qada esmanî wî welatî pêk were, hat.

Jibo her firîneke rasterast ya navbera her du welatan pêdivî ye ku herema esmanî ya Erebistana Saudî were bikaranîn da ku ji hêla bazirganî ve kêrhatî be.

Herwiha di daxuyanî yê de qala Îranê ya hevrikê Erebistanê û Qatarê nayê kirin, ku Erebistana Saudî niha wan welatan boykot dike.

Dê firînên di navbera wan welatan de bo Mîrgehên Erebî, karanîna herema esmanî ya wî welatî ne hewce ye.

Ajansa nûçeyan ya fermî ya Erebistana Saudî ragihand ku ev bîryar wek bersîvdana "daxwaza Îmaratê" hatiye dayîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi vîdyoyeke ser înternetê kêfxweşîya xwe ya ser biryarê ragihand.

XS
SM
MD
LG