Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zilamekî Saudî ku Êrîşî Konsulxaneya Fransî Kiribû Hate Desteser Kirin


Erebistana Saudî ragihand ku zilamekî ku bi alaveke tûj êrîşî konsulxaneya Fransî ya li bajarê Cîdde kiribû û nobedarekî ewlehîyê birîndar kiribû, hate desteser kirin.

Daxuyanîya polîsên herêma Mekke ragihand ku nobedar bi sivikî birîndar bûye û hember êrîşvan prosesa qanûnî hatiye destpê kirin.

Balyozxaneya Fransî jî ragihand ku konsulxaneya wê bû armanca êrîşekê û zerevanek hat birîndar kirin, lê rewşa saxlemîya wî ne xeter e.

“Balyozxaneya Fransî êrîşa dijî nûnertîya me ya dîplomatîk bi tundî şermezar dike. Ti sedem nikare wê êrîşê rewa bike,” daxuyanîyê got.

XS
SM
MD
LG