Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcîvîna G-20 jiber Korona Dê Ser Înternetê Pêk Were


Hilcîvana G-20 (Arşîv)
Hilcîvana G-20 (Arşîv)

Erebistana Saudî, ku îsal serokîya rexistina 20 (G-20) welatan dike, îro Duşemê bi daxuyanîyeke dîyar kir ku hilcîvana G-20 ya Mijdarê, jiber pandemîya vîrusa korona dê li ser înternetê were dar xistin.

Erebistana Saudî ragihand ku hilcîvana ditbarî ya di 21 û 22'ê Mijdarê dê ji hêla Qral Salman ve were rêvebirin.

Civîn dê li ser mijara "parastina jîyanan û bi çareserîya pirsgirêkên ewlehîyên ku di dema pandemîyê de derketîne holê damezrandina xalên bingehin yên bo pêşerojeke baştir, ” bisekine, di daxuyanîya Saudî de hat gotin.

Di daxuyanîyê de bi berdewamî tê ragihandin ku welatên G-20, ku aboriyên herî mezin û bihêz yên cîhanê temsîl dikin ku zedetirî 21 mîlyar dolaran piştgirîya hilberîna perpûn û peydakirina dermanan kirine, û herwiha bo parastina aboriya cîhanî 11 trîlyon alîkarî kirine.

Qralîya Saudî berîya destpêka pandemîya korona plan dikir ku hilcivîna rêberên cîhanê ya G-20 li Rîyadê dar bixîne û pêşbîn dikir ku Prensê Saudî Mihemed bîn Salman ewê bi serokên mîna Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin û yê Hindistanê Narendra Modi û herwiha yê Çînê Xi Jinping.re hevdîtinan pêk bîne û li pêşîya medyayê wenayan bikişîne.

Dewletên G-20 jiber ku li hemberî vîrusa korona û dijî bandora COVID-19 ya aborî gavên hevseng û erenî navetine, têne rexne kirin. Amerîka, Çîn û Rûsya jibo peydakirin û belavkirina perpûneke hevkarîya hevpar tercîh nekirin.

Rexistina G-20 di vê salê debiryar da ku deynên welatên pêşketî bide rawestandin û bi mîlyar dolaran deynan paşve bixe da ku hikûmet bikaribin bernameyên xwe yên avarte yên bo parastina mirovên xizan û sîstemên saxlemî yên neteweyî baştir, pirtir rêve bibin û diravan xerc bikin.

Tevî vê biryarê serokwezîrê Pakistanê, bo rakirina tevahîya deynên welatên xizan bang li welatên herî dewlemend yên cîhanê kir.

Hêjayê bîrxistinê ye ku rêberên G-20 herî dawî di Adarê de, civînek li ser înternetê ya bi maldarîya Qral Salman dar xistibûn.

Civîna bi rêya vîdyoyê di wê demê de ne asayî bû, jiber ku hikûmetên li seranserê cîhanê dijî belavbûna vîrusa korona bi girtinên giştî, girîngiya dûrahîya civakî, qedexeyên derketina kolanan û bi ragihandina tedbîrên din mijûl bûn.

XS
SM
MD
LG