Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Saudî Dibêje Ewê Bersîveke Tund Bide Husîyan


Koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya Erebistana Saudî ragihand ku ewê bi tundî bersîvdana êrîşa serhildayên Husî ya hember firîngeheke sivîl ya başûrê welêt bide ku 26 kes tê de birîndar bûbûn.

Daxuyanîya Saudî ragihand ku êrîşa Husîyan, piştgirîya Îranê ya terorîzma dervayê sînorên xwe careke din nîşan daye.

Di daxuyanî de hat gotin ku di êrîşê de firîngeha Abha zarar dît û û firînên wê derê dereng katin.

Karbidestên Saudî da zanîn ku di nav birîndaran de du zarok û 3 jin hene ku ji Erebistana Saudî, Yemen û Hîndistanê ne.

XS
SM
MD
LG