Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuweyt û Erebistana Saudî li Devera Bêalî Dest bi Derxistina Neftê Dikin


Kuweyt û Erebistana Saudî îro Sêşemê li hev kirin ku beşên xwe yên li Devera Bêalî dabeş bikin û rojane heta 500,000 barîl neft ji her du bîrên hevbeş yên li wê deverê derxînin.

Ajansa KUNA ragihand ku Wezîrê Derve yê Kuweytê Şêx Ahmed Nasir el-Mihemed el-Sabah û Wezîrê Ererjî yê Saudî Abdulazîz bîn Salman peymana nû li Kuweytê îmza kir.

Her du dewlet hilberîna neftê ji zevîyên Xafjî û Wafra sekinandibûn, ku di sala 2014 û 2015'an de ji wan du zevîyan rojê 500,000 barîl neft dihatin derxistin.

Kompanîya Chevron ya Amerîkî ku li şûna Erebistana Saudi qada Wafra dixebitîne û Kompanîya Neftê ya Kendavê ya Kuweytî got ku ew çaverê ne ku her du zevî di nav 12 mehan de, dest bi hilberînê bikin.

Kuweyt û Erebistana Saudî, wek merceke rêketina bi Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC) re derxistin û firotina neftê kêm kiribûn, lê ew peyman di meha Adarê de bi dawî dibe.

Hêjayê bîrxistinê ye ku li gor peymanên salên 1920'an ku sînorê her du alîyan dîyar kiribû, çavkanîyên li wê derê ji alîyê her du dewleyan ve bi wekhevî hatine dabeş kirin.

XS
SM
MD
LG