Erebîstana Saudî îro Duşemê bi armanca bidawîkirina şerê li Yemenê însîyatîfeke nû ya aştiyê pêşkêş kir.
Di nava nexşerêya aştiyê de agirbesteke bo serenserê welêt û vekirina rêyên hewayî û deryayî jî hene.
Lê, dijminên Saudîyan Tevgera Hûsîyan dîyar kir ku jiber ku tê de rakirina tevahîya dorpêçan tune ye, têra xwe ne pêşketî ye.
Însîyatîf ji hêla Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Saudî Prens Faysal bin Farhan Al Saûd ve hat ragihandin.
Prens Faysal got ku di çarçevoya însîyatîfê de ewê balafirgeha Sanaa were vekirin û bo derfirotina petrol û xwarinê ji benderhaga Hudeyda destûr bê dayîn.
Hem balafirgeha Sanaa hem jî benderhaga Hudeyda ji hêla serhildayên Husîyên girêdayî Îranê ne ve têne kontrol kirin.
Hevdem, Prens Faysal da zanîn ku danûstandinên sîyasî yên di navbera hikûmeta Yemenê ya ku Saudî piştgirîyê dike û Tevgara Hûsîyan de ewê jinûve dest pê bike.
Wî destnîşan kir ku dê nexşerêya aştiyê dê dema ku her du alîyên Yemenî qebûl kirin ewê bi bandor bibe.
Hikûmeta Yemenê ya ku di qada navneteweyî de tê nas kirin bi daxuyanî yekî pêşwazîya pêşnîyara Erebîstana Saudî kir.
Lê, Hûsîyan got ku înîsiyatîf 'tiştekî nû' pêşnîyar nake, û di warê rakirina dorpeça tevahîya ser balafirgeha Sanaa û bendergeha Hudeyda kêm e.
Danûstandinerê sereke yê Hûsîyan Mihamed Ebdulselam di derbarê înîsiyatîfê ji Reuters re axifî.
"Me hêvî dikir ku Erebistana Saudî ewê bidawîbûna dorpêça bendergeh û balafirgehan ragihîne û nexşerêyekî ku destûra bo 14 keştiyên ku ji hêla koalîsyonê ve têne girtin, dî yar bike," Ebdulselam got.