Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

G7: Erebîstana Saudî Gelek Pirsên Ser Kuştina Xaşiqcî Bê Bersîv Hiştin


Wezîrên Derve yên G7, ku li Londonê kom bûn, bi daxuyanîyekê ragihandin ku Erebîstana Saudî ‘’gelek pirsên ser kuştina Cemal Xaşiqcî bêbersîv hiştine’’

G7 dîyar kir ku divê berpirsên kuştina Xaşiqcî werin darizandin û Erebîstana Saudî jibo ku careke din tiştekî wisa pêk neyê, gerek tedbîran bistîne.

Wezîrên derve yên Amerîka, Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya ser gavên berbiçav yên divê piştî eşkerebûna hemî hûrgilîyên kuştinê werin avêtin, ti agahî nedan.

Rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dabû zanîn ku ew di encama pevçûnekê de li hindurê konsulxaneyê hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG