Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CNN: Saudî Amadekarî Dikin ku Kuştina Xaşiqçî Qebûl Bikin


Cemal Xaşiqçî
Cemal Xaşiqçî

Li gor sazîyên dengûbasan yên Amerîkî, Erebistana Saudî xwe amade dike ku bipejirîne ku rojnamevanê hindabûyî Cemal Xaşiqçî hatiye kuştin.

Raportan ji hin cavkanîyan veguhêstîye dibêjin Xaşiqçî di demê lêpirsîn û îfade wergirtinê de, ku xirab birêve çûye, hatiye kuştin.

CNN raportê dide ku dibe kesên li pişt wê operasyonê xwestibin Xaşiqçî ji Konsulxaneya Erebistana Saudî ya Stenbolê birevînin û, jibo lêpirsînê, wî vegerînin Erebistanê.

Raport dibêjin ku li ber e raporta Erebistana Saudî bide dîyar kirin ku operasyona bûye sedema mirina Xaşiqçî, bêy ruxseta fermî hatiye cîbicîkirin û kesên li pişt mirina wî dê werin berpirsyarkirin.

Xaşiqçî hatibû dîtin ku diket hindur Konsulxaneya Erebistana Saudî du hefîtyan berî niha û ji wî demî ve hinda bûye.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Duşemê ji Twitterê ragihand ku bi Qralê Erebîstana Saudî Selman re axifîye û wî daye zanîn ku di destê wî de ser rojnamevanê hinda Cemal Xaşiqcî ti agahî tune.
Trump da zanîn ku dê Wezîrê Derve Mike Pompeo, bo bi Selman re bicive demûdest bişîne Erebîstana Saudî.
Berdevkê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka dîyar kir ku Pompeo dê piştî Erebîstana Saudî serdana Tirkîyê jî bike.

XS
SM
MD
LG