Lînkên eksesibilîtî

Erebistana Saudî li gel Hevalbendên Xwe yên Ereb Behsa Îranê Dike


Wezîrên derve yên çar welatên Ereb li Qahîra Paytexta Misrê kom dibin ji bo guftûgokirina reşnivîsa beyannameyeka Saudî guftûgo bikin li dor rûberûbûna destêwerdana Îranê di karûbarên Ereban de.

Erebistana Saudî, Misir, Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî û Behrên, wan ji tîrmeha borî ve welatê Qeterê boykut kirine bi sedema pêwendiyên wê yên nerm li gel Îranê.

Axaftinên îro Yekşemê bûn berî kombûna wezîrên derve yên Komkara Ereb li Qahîra ku dê îro pêk bê.

Erebistana Saudî zarê xwe tund kir li gel Îranê piştî hevalbendên Îranê li Yemenê moşekeka balistî avêt Erebistana Saudî.

Îran çekdarkirina serhildêran red dike û dibêje ew bi xwe moşekan çê dikin.

Reşnivîsa Saudî behsa êrîşa moşekê û her wiha bumbekirina boriyeka niftê li Behrênê dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG