Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Siûdî û CENTCOM’ê Rewşa Dawî ya Herêmê Gotûbêj Kir

Welcoming ceremony for Crown Prince and Prime Minister of Saudi Arabia Mohammed bin Salman, in Paris
Welcoming ceremony for Crown Prince and Prime Minister of Saudi Arabia Mohammed bin Salman, in Paris

Medyaya Erebistana Siûdî îro Duşemê got ku Mîrê cîgir yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman li Cideyê bi serokê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê Admîral Brad Cooper re li ser pêşketinên herêmî nîqaş kiriye, di demekê de ku girjîyên bi Hûsîyên Yemenê yên girêdayî Îranê re zêde dibin.

Çend rojan berî vê civîn, sê çavkaniyan ji ajansa Reutersê re gotibû ku Mihemed bin Selman ji serokê Amerîkayê Donald Trump alîkarîya leşkerî xwestiye da ku şerê li dijî Hûsîyan bike.

Çavkanîyan anîbû ziman ku Trump bi êrîşên Amerîkî li ser komê razî nebû, lê Washingtonê ji Riyadê re got ku ew ê alîkarîya parvekirina îstîxbaratê bike.

Hûsîyan êrîşên li ser bajarên Siûdî û binesazîya enerjîyê zêde kirine, di demekê de ku li perava Deryaya Sor a Yemenê ber bi Tengava Bab Mendib, ku rêyek girîng a veguhestinê ye, pêşve diçin.

Bilindbûna alozîyan şanoyeke duyemîn a pevçûna herêmî vedike û xeman li ser dahata petrola Erebistana Siûdî û veguhestina cîhanî derdixe holê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG