Şahê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz roja Yekşemê got ku divê civaka navneteweyî berpirsiyariyên xwe ji bo rawestandina "tawanên hovane" yên li dijî Filistîniyan li Gazayê bigire ser milê xwe.
Banga wî di gotarekê de ku li ser navê wî ji aliyê wezîrê ragihandinê yê Erebistana Siûdî Selman el-Dosarî ve bi boneya destpêkirina meha Remezanê ya misilmanan, hat xwendin.
Şah Selman herwiha got ku divê civaka navdewletî alîkariya dabînkirina derbasgehên mirovî yên ewle li navçeyê bike.
Wezareta Tenduristiya Gazayê roja Yekşemê got ji 7ê Cotmehê ve, di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser Kerta Gazayê 72,654 kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Çavkanî: Reuters