Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Siûdî Êrîşa Mûşekî ya Îranê li ser Riyadê Şermezar Dike

Map of Saudi Arabia
Map of Saudi Arabia

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Riyad û rojhilatê welêt bi tundî şermezar kir.

Erebistana Siûdî roja Şemîyê ragihand ku êrîş hatine paşvexistin, û tekez kir ku ev kiryar "bi ti bihane an bi ti awayî" ne rewa ne û welat mafê xwe yên bersivdana vê êrîşê diparêze.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku êrîş tevî ku rayedarên Komara Îslamî ji helwesta fermî ya Riyadê agahdar bûn jî, hatine kirin.

Erebistana Siûdî berê rijd bû ku ewê nehêle qada esmanî an axa wê ji bo aramnacgirtina Îranê were bikaranîn.

Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê roja Şemîyê sibehê ragihand ku wan dest bi pêleke êrîşên mûşekî li ser Îsraîl û baregehên Amerîkî li Rojhilata Navîn kiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG