Berpirsekî Filistînî got ku biryar e şandeke Siûdî vê hefteyê serdana serokê Filistînê Mehmûd Ebbas li Ramellayê bike, di çarçoveya hewildanên dîplomatîk de ji bo lidarxistina peymanekê di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de ku dibe hin qezencan ji bo Filistîniyan vehewîne.
Berpirs got, dê şand bi seroktiya nûnerê Siûdî yê ne niştecih ji bo Filistîniyan, ku meha borî hatibû binavkirin be.
Ev serdan piştî wê yekê tê ku herdu şahê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu hefteya borî got ku hewildan ji bo gihîştina rêkeftineke normalkirina peywendiyên di navbera herdu welatên wan de berdewam in.
Karbidestên Amerîkî hişyarî dan ku her peymanek, ku tê çaverêkirin peymaneke berevaniyê ya bi Washington re û bernameyeke navokî ya sivîl ji bo Erebistana Siûdî vehewîne, dê hinekî dûr be.
Di nav mijarên ku bên çareserkirin de dê pirsa Filistînê jî hebe, û banga vejandina pêvajoya aşitiyê ku ji bo çareseriya du dewletî be, anko dewleteke serbixwe ya Filistînê li kêleka Îsraîlê.
Hevdîtinên aştiyê yên di navbera Îsraîl û Filistîniyan de bi navbeynkariya Amerîkayê di sala 2014'an de û têkiliyên di navbera herdu aliyan de di nava pêleka tundûtûjiyê de têk çûbûn.
Hefteya borî Ebbas got ku ti peymaneke aştiya Rojhilata Navîn pêk nayê heta ku Filistînî mafên tam wernegirin, û wezîrê derve yê Erebistana Siûdî jî banga vejandina armanca çareseriya du dewletan kir.
Çavkanî: Reuters