Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Banga Balyozê Xwe Yê li Almanya Dike li Dor Axaftinên Gabriel


Wezareta Derve ya Erebistana Saudî îro Şemiyê got Erebistana Saudî bang li balyozê xwe yê li Almanya kir ji bo rawêjkariya derbarê axaftinên wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel di kombûnekê de li gel hevtayê xwe yê Libnanî.

Wezaretê got dê hikûmet protestoya xwe ji balyozê Almaya re li Riyada Patext nîşan bide li dor axaftinên Gabriel ku wek xerab û bê wate binav kirin.

Wezareta derve ya Almanya li ser malpera xwe ragihand ku Gabriel di kombûna xwe ya li gel wezîrê derve yê Libnan Cibran Basîl de gotiye,"Almanya bi hêz li aliyê Liban radiweste.”

Wî gotibû, kêşeyeka din tiştê herî dawî ye ku xelkê Rojhilata Navîn niha dixwaze.

Wezareta derve ya Erebistana Saudî dibêje “Axaftinên wiha cihê redkirin û nerazîbûna Erebistana Saudî ne, bê wate ne û li ser bingeheka sexte ya wergirtina agahiyan hatine avakirin.

Tê zanîn, ev rakêşan dibin li dor jidestkêşana ji kar a ne pêşbîn a serokwezîrê Libnan Saad Herîrî, di roja 4 vê mehê de li Erebistana Saudî.

XS
SM
MD
LG