Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeymanîya bi Serkirdayetîya Erebistana Siûdî Dibêje Wan Mûşekên Balîstîk ên Hûsîyan Xistine

Piştî êrîşên ku tê gotin ji alîyê Hûsîyan ve hatine kirin, dûman ji parzûngeha Saudi Aramco ya li başûrê Riyadê bilind dibe.
Piştî êrîşên ku tê gotin ji alîyê Hûsîyan ve hatine kirin, dûman ji parzûngeha Saudi Aramco ya li başûrê Riyadê bilind dibe.

Hevpeymanîya bi serkirdayetîya Erebistana Siûdî ya dijî Hûsîyên Yemenê, got ku wan roja Şemîyê du mûşekên balîstîk ên ku ji hêla koma bi Îranê ve girêdayî ber bi Taif û Yanbu’ ve hatine avêtin, têk birine.

Berevanîya Sivîl a Erebistana Siûdî bi kurtî hişyarî da rûniştvanên Taif û Yanbu’, û her weha bajarê pîroz ê Mekeyê û Cîdeya ku duyemîn bajarê herî mezin ê padîşahîyê ye.

Nêzîkî 10 kêlîlkan şûnda, ajansê got ku gef derbas bûye.

Ev têkbirina mûşekan tê du rojan piştî ku Hûsîyan got wan êrîşî wezareta berevanîyê ya Erebistana Siûdî li Riyadê, bingehên mezin ên petrolê Saudi Aramco li bajarê Yanbu’ yê Deryaya Sor û Firokxaneya Navneteweyî ya Şah Fahd li Demamê kirine, ku rayedarên Siûdî got du kes li wir hatine kuştin.

Rayedarên Erebistana Siûdî êrîşên li Riyad û Yanbu'ê piştrast nekirine.

Şeş kesên ku ji mijarê agahdar in roja Pêncşemê ji ajansa Reutersê re gotibû ku kompanîya Aramco ji karmendan re xwestiye ku baregeha li bajarê Kendavê yê Zehran vala bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG