Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Dibêje Bazara Niftê Baş Dibe


Xalid el-Falih
Xalid el-Falih

Wezîrê nifta Erebistana Saudî Xalid el-Falih îro Şemiyê Li Bexdayê got bazara cîhanî ya niftê baş û seqamgîr dibe.

Di axaftineka vekirina pêşangeha navnetewî ya Bexdayê de, Falih pesin da hevrêziya di navbera Îraq û Erebistana Saudî de û got wê rol hebû di pêşketina nirxa niftê de li cîhanê.

Di axaftina xwe de li gel peyamnêran piştre wî got Erebistana Saudî û Îraqê di rêkeftinekê de bûn bi temamî pêgir bin bi kêmkirina nirxa niftê xam ê ku hatibû erêkirin ji aliyê OPEC ve.

Rûsya û berhemhênerên din ên niftê dê nirxa niftê bilind bilkin.

Wî got:

"Bazar baş pêş ketiye lê hîn jî divê pêşkeve."

Falih yekem berpirsê Erebistana Saudî ye ku axaftineka giştî li Bexdayê dide Ji dehan sal ve.

XS
SM
MD
LG