Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hosiyên Yemenê Êrîşî Zeviyeka Niftê ya Erebistana Saudî Dikin


Serhildêrên Hosî yên Yemenê îro Şemiyê bi firokeka bê firokvan êrîşek bir ser zeviyeke niftê ya mezin li Erebistana Saudî. Erebistan Saudî got ziyana êrîşê sînordarbû bi hin agiran.

Êrîşa li dijî zeviya niftê Şaybah careke din diyar dike ku programa firokên bê firokvan a Hosiyan dikare bigihe nav axa Erebistana Saudî.

Zeviya Şeybah tenê çend kîlometran ji sînorê Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî dûr e û ew rojane yek milyon bermîlên niftê xam berhem dide.

Herdu welatên Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî bi salan e di şerekî giran de ne li dijî Hosiyên ku Senaaya paytexta Yemenê kontrol dikin.

Ev êrîşa tê di demekê de ku girjî di navbera Amerîka û Îranê de tund in.

Serkirdeyê mezin ê Îranê berî çend rojan berê li Tehranê pêşwaziya serkirdeyê Hosiyan kir.

Wezîrê enerjiya Erebistan Saudî Xalid el-Falih ji medya dewletê re gotibû ku vê êrîşê ti bandor nedaye ser berhemhênana nifta zeviya Şaybah.

XS
SM
MD
LG