Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrê Saudî yê ku Doza Çaksaziyan Dikir Koça Dawî Dike


Mîr Telal bin Ebdulezîz, endamê radebilind ê malbata melekî ku piştgiriya mafê jinan, di temenê 87 salî de koça dawî kir.

Mîr Telal birayekî mezin ê şah Selman bû û bavê mîrê karsaz Alwelîd bin Telal bû.

Dadgeha melekî got nimêja li ser mîr Telal, ku doh koça dawî kiribû, wê îro yekşemê li Riyada paytex birêve biçe.

Mîr Telal di salên 1960î de serkirdayetiya gurûpeke mîran kir ku banga belavkirina hin desthilatên şah kir. Wî li Beyrûtê û Qahîra serkirdayetiya gurûpê kir, dema ku Misir di bin desthilata Jemal Ebdul Nasir de bû.

Piştî ku nakokî di navbera wî û Qahîra de derketin holê, rê ji bo wî hate dayîn ku di sala 1964an de vegere Erebistana Saudî.

XS
SM
MD
LG