Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saudî Amade Ne di Şerê Rûsan û Ukraynîyan de Navbeynkarî Bikin


Ajansa nûçeyan ya dewleta Rûsî, TASS îro Sêşemê ji zarê balyozê Erebistana Saudî li Moskowê, Raid bîn Khalid Krimli ragihand ku Erebistana Saudî amade ye ku di navbera Rûsya û Ukrayna de navbeynkarî bike.

“Em piştgirî didin tevgerên jibo kêmkirina alozîya Ukrayna û amade ne ku hewilên navbeynkarîyê bikin ku di navbera hemî alîyên beşdar de têkilî saz bikin," TASS ji zarê balyozê Saudî ragihand.

Tevî ku Çîn û hin rêberên Afrîqî bi çend pêngavên aştîyê derketine pêş, ji hefteyên yekê ya şerê sala 2022’an vir ve, di navbera Rûsya û Ukrayna de ti danûstandinên aştîyê çênebûne.

Rûsya dibêje ku ew amade ye ku bi Ukrayne re biaxife, lê divê Ukrayna dest ji armanca endamtîya NATOyê berde û çar herêmên ku Moskow hew li ser wan îdîa dike, radestî wê bike, lê Ukrayna wan mercên mîna teslîmbûnê dibîne.

Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy di meha Cotmehê de "plana serketinê" pêşkêş kiribû ku tê de bang li NATO dikir ku demûdest vexwendineke bê şert û merc bide Ukrayna ku beşdarî hevbendîyê bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG