Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rayedarên Tirkîyê, Siûdîyê û Pakistanê Dê Sibê li Riyadê Bicivin

Wezareta Derve ya Tirkîyê îro Yekşemê ragihand ku komîteyeke girêdayî Peymana Mekeyê ya parastina hevbeş di navbera Tirkîyê, Erebistana Siûdî û Pakistanê de, dê sibê Duşemê li Riyadê civîneke pêk bîne.

Li gor wezaretê, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fidan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Desteya Giştî ya Artêşê Selçuk Bayraktaroglu dê beşdarî civîna Komîteya Siyasî û Parastinê ya Stratejîk a Peymana Mekeyê bibin, ligel rayedarên ji Pakistanê û Erebistana Siûdî.

Di daxuyanîya Tirkîyê de hat gotin ku civîn dê li ser pêşketinên dawî yên herêmê û qonaxa ku hewldanên ji bo sazkirina çarçoveyeke fermî ji bo hevpeymanîyê gihîştiyê, raweste.

Hêjayî gotinêye ev civîn piştî rojekê tê li darxistin, ji ragihandina Serokê Encûmena Serokatîyê ya Yemenê Reşad Ulêmî ku operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî Hûsîyên Yemenê yên hevalbendê Îranê dest pê kiriye, bi armanca vegerandina kontrolê li ser herêmên di bin destê Hûsîyan de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG