Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Amerîka û Ukrayna li Erebistana Saudî Destpê Dikin


Dîmenek ji despêka danûstandinên Ukrayna û Amerîka li Erebistana Saudî, 11 Adar,2025
Dîmenek ji despêka danûstandinên Ukrayna û Amerîka li Erebistana Saudî, 11 Adar,2025

Ukrayna û Amerîka roja Sêşemê li Erebistana Saudî jibo dîtina rêyekê ber bi bidawîkirina şerê bi Rûsyayê re, dest bi danûstandinan kirin.

Wezîrê derve yê Amerîka Marco Rubio û yê Ukrayna Andriy Sybiga beşdarî danûstandinan dibin, dema serok Donald Trump jibo dawîkirina şerê ku bi êrîşa Rûsya di 2022’ande destpê kir, zextên ser Ukraynayê zêde kirine.

Andriy Yermak, berpirsê karmendên serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ku seroktiya şanda Ukraynayê dike, got ku "Hevdîtin bi awayekî pir avaker destpê kir."

Danûstandinên îro li Ceddahê piştî hevdîtina pir neyînî ya Zelenskyy û Trump pêk tên û ew hêvîdar e ku civînên li Ceddeh wê têkilîyên Kîev û Washingtonê re zindî bikin.

Zelenskyy bi Rûsya re agirbestek destpêkê ya esmanî û deryayî de pêşnîyar kiriye.
Şîrovekar dibêjin Zelenskyy bi pêşnîyarê dixwaze, nîşan bide ku ew ser armanca Trump ya demûdest dawîkirina şerê bi Rûsya re dixebite, piştî ku serokê Amerîka ew bi amadenebûna aşitiyê tawanbar kir.

Herwiha ew dixwaze Washingtonê razî bike ku alîkarîya leşkerî, parvekirina îstîxbaratê û gihîştina dîmenên satelaytê jinûve dest bikin.

Hevbendên Ewrupî yên xembar yên Ukraynayê çavdêrîya her nîşanek erênî yan xirabûna bêtir di têkilîyên Kîev û Washingtona Trump de dikin, dema ku Amerîkayê siyaseta xwe ya li ser şer guherand û zexta li ser Ukrayna tund kiriye.

Fîkarên Ewrupa bi taybet piştî ku Washingtonê alîkarîya leşkerî û parvekirina îstîxbaratê bi Kîevê re rawestand zêde bûne.
Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer roja Duşemê ji Trump re got ku ew hêvî dike ku Washington di encama danûstandinan de biryarên xwe paşve bigire.

Serokwezîrê Polonya Donald Tusk piştgirî da danûstandinên li Ceddahê.

"Amerîkiyên delal, Ukraynîyên delal, vê derfetê winda nekin. Hemû cîhan îro li Ceddeyê li we temaşe dike. rêya we vekirî be!," wî li ser X’ê nivîsî.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG