Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka li Siûdîyê Hişiyarîya Ewlehîyê Belav Kir

Security Alert: U.S. Mission Saudi Arabia (October 11, 2026)
Security Alert: U.S. Mission Saudi Arabia (October 11, 2026)

Balyozxaneya Amerîka li Erebistana Siûdî di hişyarîyekê de ku îro Yekşemê li ser tora civakî X'ê hate belavkirin, ji hemû welatîyên Amerîkayê xwest ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid li Riyadê û deverên derdorê dûr bimînin, piştî êrîşa ku di 10ê Cotmehê de li balafirgehê pêk hat.

Di hişyarîyê de hat gotin ku karmendên hikûmeta Amerîkayê yên li Erebistana Siûdî ji bo bikaranîna balafirgehên Riyadê, Cide û Demamê pêwistîya wan bi destûra taybet heye. Her wiha ji rêwîyan hate xwestin ku dema bikaranîna balafirgehên mezin ên welatê de hişyarîya herî bilind bigirin.

Balyozxaneyê hişyarî da ku dibe firîn bêne rawestandin, qada esmanî were girtin an jî alozîyên rêwîtîyê çêbibin. Ji ber vê yekê, ji rêwîyan hate xwestin ku berî rêwîtîyê rewşa firînên xwe bi kompanîya balafirgehê û rêveberîya balafirgehê re kontrol bikin.

Di hişyarîyê de her wiha hat diyarkirin ku karmendên hikûmeta Amerîkayê nayên destûrdan ku di nêzîkatîya bêhtirî 30 kîlometreyan a sînorê Yemenê de rêwîtîyê bikin. Her wiha ji bo çûna bo parêzgehên Cizan, Asîr û Necran û bajarên Qetîf, Yenbu' û Taif destûra taybet pêwîst e.

Ev hişyarî piştî êrîşa li ser Firokxaneya Navneteweyî ya Şah Xalid hate belavkirin. Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio, di daxuyanîyekê de ku li ser tora civakî X'ê belav kir, ragihand ku di êrîşê de gelek sivîlên bêguneh hatine kuştin, di nav wan de jî welatîyekî Amerîkayî heye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG